Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Dibêje wê û Tirkîyê li ser Serbazgeha Zilîkan û Şingalê li hev Kiriye

Ofîsa Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar a Îraqê, roja Yekşemê, ragihand ku Îraq û Tirkîyê li ser çalakkirina "Komîteya Kordînasyona Ewlehîyê ya Hevbeş" li hev kirine, di heman demê de Enqerê soz da ku dest bi vekişîna ji kampa Başîka ya li parêzgeha Neynewayê bike.

Ofîsê di daxuyanîyekê de got ku Komîteya Bilind a Hevbeş a di navbera Îraq û Tirkîyê de ji bo gotûbêjkirina dawîanîna li ser doseyên di navbera herdu welatan de, di civînekê de li ser sê xalan li hev kirine.

Li gorî wê lihevkirina ku serkirdeyên herdu welatan di 23'ê Îlona 2026'an de pêk anîn, desthilatên Îraq û Tirkîyê "îradeya xwe ya hevbeş piştrast kirin ku dê gavên serketî yên ku desthilatên Îraqê heta niha avêtine ji bo serwerîya tam a dewletê li Şingalê û dawîanîna li hebûna komên çekdar bidomînin."

Herwiha da zanîn ku xala duyemîn ev e: li gorî lihevkirina ku di asta serkirdayetîyê de hatiye kirin, alîyê Tirkîyê ragihand ku ew ê ji alîyê xwe ve gavên pêwîst bavêjin da ku Serbazgeha Başîka- Zilîkan gav bi gav radestî Hikûmeta Federal a Îraqê bikin."

Daxuyanîya Ofîsa Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar dîsan xuya kir ku "herdu alî bi hev re çavdêrîya pêvajoya Şingalê bikin û piştrast bibin ku çekdar lê nemînin, wan biryar da ku 'Komîteya Kordînasyona Ewlehîyê ya Hevbeş, li gorî lihevkirina berê dîsa bixebitînin."

Tê zanîn di meha Îlonê de piştî hevdîtina Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî û Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan li kêleka civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New York, ofîsa ragihandina Serokwezîrê Îraqê daxuyanîyek weşand û tê de diyar kir ku herdu alîyan "li hev kir da ku desthilatdarîya tevahî ya dewleta Îraqê li Şingalê berfireh bikin û hebûna komên çekdar ên biyanî yên qedexekirî bi dawî bikin".

This item is part of
XS
SM
MD
LG