Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Wekî Cîgira Serokê Civata Giştî ya NY Hate Hilbijartin

Îro Sêşemê li baregeha giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li New York'ê, Îraq wek Cîgira Serokê 81'emîn Civata Giştî ya NY hate hilbijartin.

Wezareta Derve ya Îraqê ew hilbijardin wek destkeftineke dîplomatîk a girîng binav kir û di daxuyanîyekê de ragihand ku "ev hilbijartin bawerîya ku Îraq di nav Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî de heye nîşan dide."

Wezareta Derve ya Îraqê herwiha diyar kir ku "Îraq, bi rêya vê postê, li bendê ye ku bi bandor beşdarî piştgirîya hewldanên Neteweyên Yekbûyî ji bo bidestxistina Armancên Pêşketina Berdewam ên 2030'an bibe, û beşdarî pêşxistin û baştirkirina rêbazên xebatê û karîgerîya Civata Giştî bibe, û rol û helwesta Îraqê xurtir bike."

Tê zanîn di civîna îro Sêşemê de Xelîl Rehman, Wezîrê Derve yê Bangladeşê, wek Serokê 81'emîn civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hate hilbijartin. Ew di Îlona bê de dest pê dike.

This item is part of
XS
SM
MD
LG