Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Îraqê li Washington bi Rayedarên Amerîkî re Civînan Encam Dide

Serokwezîrê Îraqê Elî el-Zeydî û Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîka yê li Îraqê Tom Barrack hevdîtinê dikin, Washington DC,13’ê Tîrmeha 2026’an.
Serokwezîrê Îraqê Elî el-Zeydî û Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîka yê li Îraqê Tom Barrack hevdîtinê dikin, Washington DC,13’ê Tîrmeha 2026’an.

Serokwezîrê Îraqê Elî el-Zeydî êvara Duşemê li Washingtonê bi Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîka yê li Îraqê Tom Barrack re hevdîtneke kir û her duyan hevkarîya di navbera Bexda û Washingtonê de gotûbêj kirin.

Ofîsa serokwezîrîya Îraqê, hevdîtina Zeydî û Barrack bi daxuyanîyeke ragihand û got ku di civînê de her du karbidestan rewşa têkilîyên aborî yen di navbera her du welatan de, pêşketinên ku di mehên dawî de hatine bidest xistin û rêyên berfirehkirina qadên hevkarîyê hatine nirxandin.

“Di civînê de pêşketinên li herêmê û girîngiya piştgirîya hewlên jibo xurtkirina ewlehî û aramîyê û kêmkirina alozîyan hatin nirxandin,” ofîsa Zeydî got.

Li gor daxuyanîyê, Zeydî û Barrack herwiha rola girîng ya ku Îraq dikare di pêşvebirina nêzîkbûna herêmî û beşdarbûna di kêmkirina alozîyê de bilîze, hatine gotûbêj kirin.

Serokwezîr Zeydî duh roja Duşemê, bi şandeyeke fermî ya payebilind gîheşt Washington DC da ku tevî serokê Amerîka Donald Trump, bi karbidestên payebilind û saziyên Amerîka re jimarekê hevdîtin û civînêngn girîng pêk bîne.

Ji dema avakirina hikûmeta xwe vir ve, ev serdana ewîl ya Zeydî ya li derveyî Îraqê ye.

Di nava şandeya Zeydî de wezîrên derve, petrolê, darayî,kehrebê,bazirganîyê û herwiha jimarekê endamên Parlamenê Îraqê, walîyê Musîlê, gelek karsaz û karbidestên din hene.

Zeydî destpêkirina serdana xwer ya li Amerîka duh bî daxuyanîyeke li ser X’ê dîyar kir.

“Armanca me zelal e: kişandina veberhênanan, veguhestina pisporîyê, cîharengkirina aborîyê û afirandina derfetên kar, da ku rêya pêşketinê xurt bikin û cîhê Iraqê yê mîna şirîkek pêbawer û çalak di aramî û geşbûna herêmê de xurt bikin,”Zeydî got.

Tê pêşbînî kirin ku serdan bi giranî li ser rêbazên nû yên xurtkirina têkilîyên dualî be, ku tê de derfetên jibo veberhênana nû ya Amerîkî di qadên enerjî, elektrîk û binesaziyê yên Îraqê de hene.

Serdana Zeydî de demeke girîng de pêk tê, ku Bexda hewl dide têkilîya xwe ya bi Washingtonê re – ku di çarçoveya ewlehîyê ya wek şerê dijî koma tundre Dewleta Îslamî (DAIŞ) hatiye pênase kirin- berfireh bike û jinûve ava bike.

Bi dawîbûna Hevpeymanîya Cîhanî ya bi seroktîya Amerîkayê jibo Têkbirina DAIŞ’ê û vekişîna mîsyona şêwirmendîyê heta dawîya Îlonê, Bexda hewl dîde ku vê hevkarîyê -di çarçoveya Peymana Çarçoveya Stratejîk ya 2011’an de- veguherîne hevkarîyek dualî ya nêz û xûrt.

This item is part of
XS
SM
MD
LG