Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Petrola Besrayê bi Chevron a Amerîkî re Peymanek Îmze Kir

Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihand ku Kompaniya Petrolê ya Besrayê roja Çarşemê peymanek bi kompanya enerjiyê ya Amerîkî Chevron re îmzekir.

Armanca peymanê ew e ku danûstandinên ji bo nirxandina zevîyên petrolê yên Rojava Qurna 2 hêsan bike û rê li ber danûstandinên hevkariyê yên pêşerojê veke.

Wezîrê Petrola Îraqê Basim Mihemmed Xuzyir El-Ebadî di daxuyaniyekê de ragihand: "Zevya Rojava Qurna 2 yek ji zevyên herî mezine û wezaret qadeke fireh dide kompanyayên cîhanî daku weberhênanê bikin, ku yek ji wan jî Chevron a Amerîkî ye.

Wezîr heriwha tekez kir ku li Îraqê jîngeheke weberhênanê ya baldar û ewle heye û hemû astengî jî têne rakirin.

Di meha Sibata îsal de, Chevron bi Îraqê re di derbarê zevya petrolê ya mezin a Rojava Qurna 2 de danûstandinên taybet encamdabûn.

This item is part of
XS
SM
MD
LG