Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq: Êrîşên Amerîka Zorê Didin Hikûmetê ku Dawî li Karên Koalîsyonê Bîne


Berdevikê leşkerî yê serokwezîrîyê Yehya Resul îro Pêncşemê got ku êrîşên dubare yên Amerîka yên dijî çekdarên bi piştgirîya Îranê yên li Îraqê, zorê dide hikûmetê ku dawî li koalîsyona bi pêşengîya Amerîka ya li welêt bîne.

Amerîka do Çarşemê ragihand ku fermanderekî Kataib Hizbulah, ku Pentagonê ser êrîşên dijî hêzên Amerîkî tawanbar dikir, hatiye kuştin.

Resul dîyar kir ku koalîsyona bi pêşengîya Amerîka bûye nîşaneke bêîstiqrarîyê û got ku gefan dixwe ku Îraqê bixe domdarîya pevçûnan.

Koalîsyona navneteweyî yi pêşengîya Amerîka jibo şerê dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) hat ava kirin.

Li Îraqê 2500 leşkerên Amerîka hene û ew jibo rê li ber jinûva geşbûna DAIŞ’ê bigirin perwerde û alîkarî didin hêzên herêmî.

Piştî şerê Îsraîl û Hamasê meha Cotmehê destpê kir, hêzên tundrê yên bi piştgirîya Îranê li Îraq û Sûrîyê êrîşên xwe yên dijî hêzên Amerîkî zêdetir kirin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG