Wezîrê Darayî yê Îraqê di hevdîtinekê de bi berpirsê karûbarên Amerîka li Îraqê Steven Fagin re, daxwaza bilezkirina projeyên petrol û gazê yên welêt kir.
Falih Sarî got ku lezandina pêşveçûna projeyên ku ji alîyê kompanîyên Amerîkî ve li Îraqê têne kirin, dê bibe alîkar ku sektorên girîng ên welêt pêş ve biçin.
Steven Fagin peymanên petrolê yên ku di serdana serokwezîrê Îraqê ya Amerîkayê de di Tîrmehê de hatine îmzekirin wekî "destkeftiyek pir serketî" bi nav kir û got ku kompanîyên Amerîkî amade ne ku teknolojî û pisporîya xwe di berjewendîya Amerîka û gelê Îraqê de bikar bînin.
Lê wî got ku bidestxistina vê yekê pêdivî bi pabendbûna peymanan û afirandina hawîrdoreke ewle heye ku tê de weberhênana Amerîkî dikare geş bibe.
Di serdana Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ya Washingtonê de, kompanîyên Amerîkî peyman û bîrnameyên têgihîştinê yên bi nirxa zêdetirî 60 mîlyar dolarî bi Îraqê re îmze kirin, di nav de jî boriyên petrol, gaz û enerjîyê.