Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Piştgîrîyê Dide Rêkeftina Amerîka û Îranê

Dîmeneke Bexdayê
Dîmeneke Bexdayê

Wezareta Karên Derve ya Îraqê piştgirîya xwe ya tevahî ji bo rêkeftina di navbera Amerîka û Îranê de û hewildanên bi armanca pêşxistina diyalogê û çareserîyên dîplomatîk ragihand.

Wezaretê li ser platforma X'ê tekez kir ku "Helwesta prensîpî û cihgir a Iraqê her gav - û hîn jî - li ser redkirina şer û pejirandina diyalog û rêbazên aştîyane wekî tekane rêya çareserkirina nakokîyan kok bûye."

Wezaretê herwiha kêfxweşîya xwe bi daxuyanîya derbarê vekirina Tengava Hormuzê ji bo keştîvanîya azad anî ziman. Girîngîya vê gavê di misogerkirina herikîna petrol û gazê bo bazarên cîhanî û beşdarbûna di aramîya bazarên enerjîyê yên navneteweyî de destnîşan kir.

Di daxuyanîyeke din de, Wezaretê ragihand ku Wezîrê Derve Fuad Hisên îro Duşemê bi rêka telefonê ji hevtayê xwe yê Îranî Ebas Araqçî re girîngîya xebata ji bo bidawîkirina bi tevahî ya rewşa şer tekez kir.

Li Hewlêrê jî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwazîya ragihandina rêkeftina aştîyê kir û hêvîya xwe anî ziman ku hemû alîyên peywendîdar û pênasîn bi niyeteke baş bi dilsozî kar bikin, da ku ev peyman bi tevahî û bê kêmasî di praktîkê de were cîbicîkirin.

Di çarçoveya reaksyonên di nav Îraqê de, Emar el-Hekîm, serokê Hevpeymanîya Hêzên Dewleta Neteweyî, pêşwazî li rêkeftina di navbera Îran û Amerîkayê de kir, û pesna hewlên welatên navbeynkar - bi taybetî Pakistan û Qeter - ku beşdarî ragihandina qebûlkirina rêkeftinê ji alîyê herdu alîyan ve bûn, kir.

El-Hekîm got: "Ez hêvî dikim ku ev gav destpêka bidawîanîna pevçûnên li herêmê û avakirina aştîyeke mayînde be."

This item is part of
XS
SM
MD
LG