Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq ji bo Girtîyên Daişê Alîkarîya Amerîkayê Dixwaze

Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîka li Baxdayê Joshua Harris, li gel Wezîrê Dadê yê Îraqê Xalid Şiwanî li ser doseya girtîyên Daişê yên ji Sûrîyayê bo Îraqê hatine veguhestin, danûstandin kirin.

Harris got ku Îraq di çarçoveya hevpeymanîya navneteweyî ya li dijî terorîzmê de hevalbendeke sereke ye," û pabendbûna Amerîkayê ya ji bo berdewamîya hevkarîyê û dabînkirina piştgirîya pêwîst ji bo zêdekirina ewlehî û aramîyê û xizmetkirina berjewendîyên hevpar ên her du welatan dupat kir.

Li gor daxuyanîya wezareta Dadê ya Îraqê, Wezîr Şiwanî got ku "pêdivî ye Amerîka roleke çalak bilîze û têkelîyê bi welatên ku welatîyên wan di girtîgehên Îraqê de ne bike, da ku veguhestin û vegera wan bo welatên wan bileztir bibe."

Peyvdarê wezareta Dadê ya Îraqê Ehmed Li'êbî, ji Dengê Amerîka re diyar kir ku di civînê de mijara hevkarîyê bi Wezareta Dadê re li ser dosyaya zindaniyan a ku hejmara wan 5704 kes e, yên ku ji zindanên Sûrîyê hatine veguhestin bo zindana Kerxê ya navendî li Bexda, hate gotûbêjkirin.

Li'êbî her wiha got ku mijarê alîkarîya lojîstîk, wek xwarin û pêdivîyên din, ji alîyê Hêzên Hevpeymanîya Navneteweyî ve ku soz daye di vî warî de piştgirîyê bidin, hate pêş.

Li gor Peyvdarê wezareta Dadê ya Îraqê, gotûbêj li ser hewldanên zextkirnê li ser nûnertîyên dîplomatîk û balyozxaneyên 61 welatan jî hatin kirin bi armanca vegerandina wan zindanîyan bo welatên xwe bi rêya protokol an peymanan, piştî ku biryarên dadgehî li ser wan hatine dayîn.

Laibî ganî ziman ku di vê civînê de hat piştrastkirin ku hevkarîya di navbera Îraq û Amerîka yê de di vê doseya girîng de berdewam e, û alîkarîya Amerîkî jî tê de girîng e.

This item is part of
XS
SM
MD
LG