Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Îraqê ligel Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê Civiya

Roja Yekşemê serokwezîrê Îraqê Elî El-Zeydî bi Joshua Harris, Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîka li Baxdayê re, li ser asoyên hevkarîya di navbera herdu welatan de û rêbazên pêşxistin û berfirehkirina têkilîyan di hemû waran de danûstandin kir.

Li gor ofîsa Medyayê ya serokwezîr El-Zeydî di civîna îro de tekezî li ser pêwîstîya tevlêbûna avaker di navbera herdu welatan de û girîngîya domandina hewildanên hevbeş di çarçoveya Peymana Stratejîk û Têgihîştinên dualî de kir.

El-Zeydî behsa pabendbûna herdu alîyan ji bo xurtkirina hevkarî û hemahengîyê di derbarê gelek pirsgirêkên dualî û herêmî de, û ji bo pêşînîya diyalog û dîplomasîyê di çareserkirina nakokîyan û pêşxistina ewlehî û tenahî de kir.

Berpirsê Karûbarên Amerîkayê spasîya welatê xwe ji bo hewldanên Îraqê yên ji bo xurtkirina hevkarîyên dualî di warên cuda de anî ziman, û pesna rola Îraqê û hewldanên wê yên ji bo piştgirîya spandina ewlehî û aramîya herêmî de.

This item is part of
XS
SM
MD
LG