Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Al-Sûdanî Piştgîriya Hebûna Hêzên Amerîkî bo Demeke Ne Diyar li Îraqê Dike


Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîaa al-Sûdanî
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîaa al-Sûdanî

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîaa al-Sûdanî di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Wall Street Journal ku roja Yekşemê hat belavkirin, berevaniya hebûna hêzên Amerîkî li welatê xwe kir û ti dem ji bo vekişîna wan diyar nekir.

Al-Sûdanî behsa hêzên Amerîkî û NATOyê kir ku alîkarî û rahênana yekîneyên Îraqî dikin di rûbirûbûna grûpa Dewleta Îslamî de, lê bi piranî li derveyî şer dimînin û got ku hêzên biyanî hîn jî pêwîst in.

Al-Sûdanî di hevpeyvîna xwe de got: "Ji bo tunekirina Daişê demeke din pêwîst e."

Al-Sûdanî, ku di Cotmeha borî de dest bi kar kir, ji Wall Street Journal re got ku ew plan dike ku di meha bê de şandeyeke payebilind bişîne Waşintonê ji bo danûstandinan bi berpirsên Amerîkî re, û got ku Iraq dixwaze bi Waşintonê re têkilîyên mîna yên Erebistana Saudî û berhemhênerên din yên petrol û gazê li Kendava Farisî hebin.

Al-Sûdanî ji rojnameyê re got, "Ez vê yekê ne mumkin nabînim, ku Îraq di heman demê de bi Îran û Amerîkayê re têkiliyeke baş hebe."

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG