Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq: Herî Kêm 16 Kes Di Êrîşên Amerîkî De Hatine Kuştin


Wêne ji Arşîfê ye
Wêne ji Arşîfê ye

Peyvdarê hikûmeta Îraqî Bassem al-Awadî roja Şemîyê got ku di êrîşên Amerîka yên rojavayê Îraqê li dijî komên çekdar ên alîgirên Îranê de, herî kêm 16 kes hatine kuştin, di nav de sivîl jî hene, û 23 kesên din jî birîndar bûne.

Al-Awadî di daxuyaniyekê de got ku êrîşan li deverên Akaşat û Qaimê xistin, di nav de deverên ku hêzên ewlekariyê yên Îraqî bi cih bûne.

Amerîka ev êrîş roja Înê pêk anîn wek tolhildana kuştina 3 leşkerên Amerîkî di êrîşa dronekê de li ser bingeheke nêzîkî sînorê Urdun bi Sûrîye û Îraqê re.

Washington hêzên bi navê “Berxwedana Îslamî li Îraqê”bi wê êrîşê tewanbar kir.

Berxwedana Îslamî li Îraqê hevalbendiyeka berfireh a şervanên alîgirên Îranê ye ku li dijî piştgiriya Amerîka ji Îsraîlê re ne di şerê li Gezayê de.

Tehranê got ku ti pêwendiya wê bi wê êrîşê tuneye.

Roja Înê, berdevkê koşka Spî got ku Amerîka "berî êrîşan hişyarî dabû hikûmeta Îraqê", lê Bexdayê red kir ku berî êrîşan ti hevrêziyek ligel Washingtonê hebû.

Al-Awadî bikaranîna xaka Îraqê weke "qadeke şer ji bo çareserkirina hesaban" şermezar kir û daxwaza hikûmeta xwe ji bo vekişîna hevpeymaniya navdewletî ya li dijî cîhadiyan bi serpereştiya Amerîka li Îraqê, dubare kir.

Ji nîvê Cotmeha borî ve, zêdetirî 165 êrîşên dron û rokêtan li dijî leşkerên hevpeymaniyê li Îraq û Sûriyê hatine kirin, ku piraniya wan ji aliyê Berxwedana Îslamî li Îraqê ve hatine kirin.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG