Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Dibêje wan Baregeha Sereke ya Hêzên Amerîkî li Forkxaneya Bexdayê Wergirt

Iraq US Troops
Iraq US Troops

Ajansa nûşeyan ya niştîmanî ya Îraqî NINA îro Duşemê ragihand ku Şaneya Medyayî ya Ewlehîyê radestkirina fermî ya baregeha sereke ya leşkerî ya Amerîkî li firokxaneya Navneteweyî ya Bexdayê, Camp Victoria, piştrast kir.

Serokê Şaneya Medyayê ya Ewlehîyê, Lîwa Se'ed Me'en, ev gav bi fermî ragehand û got ku "radestkirina baregeha Amerîkî li Firokxaneya Navneteweyî ya Bexdayê û lihevkirina li ser vekişîna hêzên Tirkîyê ji serbazgeha Başîkayê du gavên pir girîng di xurtkirina serwerîya Îraqê û xurtkirina desthilatdarîya sazîyên dewletê li ser tevahîya axa wê de temsîl dikin."

Me'en diyar kir ku bi vê yekê, qonaxeke girîng a hebûna leşkerî ya biyanî li herêmê bi dawî bûye, û di daxuyanîyên din de ji bo Ajansa Nûçeyan a Almanî de got ku pêvajoya valakirin û radestkirina cihên leşkerî li gorî planeke berfireh hatiye meşandin. Lê heta niha Wezareta Cengê ya Amerîkayê tu piştrastkirin an jî şiroveyeke fermî derbarê qonaxa dawî ya vekişîna hêzên Amerîkî nekiriye.

Di sala 2024’an de Bexda û Washington lihevkir ku 30'ê Îlonê 2026'an demek diyarkirî be ji bo bidawîanîna erkên şerker ên hevpeymanîya Navneteweyî û rêxistina hebûna leşkerî ya Amerîkî hatibû diyarkirin. Di van salên dawî de, li gor raporta ajansa Almanî hejmara leşkerên Amerîkî li Îraqê nêzî 2,500 kes bû.

This item is part of
XS
SM
MD
LG