Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington û Bexda Tekezîyê li ser Giringîya Hevkariya Hevbeş Dikin

Serokomarê Îraqê Nizar Amêdî û Karbirêkarê Balozxaneya Amerîkayê li Bexda  Joshua Harris
Serokomarê Îraqê Nizar Amêdî û Karbirêkarê Balozxaneya Amerîkayê li Bexda Joshua Harris

Serokomarê Îraqê Nizar Amêdî, roja Sêşemê 11ê Tebaxê, li gel Karbirêkarê Balozxaneya Amerîkayê li Bexda Joshua Harris civîya, herdu alîyan bal kişand ser girîngiya berfirehkirin û dîtina asoyên nû ji bo hevkariya di navbera herdu welatan de.

Li gor daxuyaniya Serokkomarîya Îraqê, di hevdîtinê de serokomar Amêdî, pêşhatên herêmî û navneteweyî û her wiha têkiliyên di navbera Îraq û Amerîkayê de di civîna hevbeş de gotûbêjkirin.

Ji aliyê xwe ve, Karbirêkarê Balozxaneya Amerîkayê Harris, tekez kir ku Amerîka dixwaze têkiliyên xwe yên bi Îraqê re pêşve bibe û di hemû waran de hevkariyê bike, da ku ev yek bibe alîkar ji bo berjewendiyên hevbeş ên herdû welatan.

This item is part of
XS
SM
MD
LG