Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo karûbarên Îraq û Sûriyê û Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê, Tom Barrack, Îro roja Duşemê seredana Îraqê kir.
Di peyamekê de li ser platforma Xê Barrack ragihand ku ew li Îraqê serdana Steve Fagin, Karbirêkarê Balyozxaneya Amerîkayê kir.
Barrack got ku Steven Fagin bi saya tecrûbeya xwe ya dirêj li Îraqê û welatên herêmê, kesekî guncaw e ji bo pêşvebirina armancên siyasî yên Serokê Amerîkayê Donald Trump.
Wî herwiha bal kişand ser girîngiya serokatiya rast di qonaxekê de ku têkiliyên Washington û Bexdayê guherînekê dibînin. Li gorî gotinên wî, Amerîka û Îraq êdî tenê li ser hevkariya ewlehîyê nesekinîn, lê dixwazin têkiliyek berfirehtir ava bikin ku bingeha wê hevkariya aborî û berjewendiyên hevpar be.
Barrack got ku ev qonax dikare rê li ber pêşxistina têkiliyên herdu welatan veke û bibe sedema zêdekirina hevkariyê di gelek waran de, bi taybetî di warên aborî û weberhênanê de.