Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Husên ragihand ku Îraq bi Amerîkayê re gihîştiye têgihîştinan da ku destûrê bidin hinardekirina nefta Îraqê bi rêya Tengava Hormuzê, bi taybetî bi rêya korîdoreke avî ya ku nêzî Omanê derbas dibe.
Husên di hevpeyvîneke ligel kenala Al-Jazeera de diyar kir ku: "Têgihîştin bi alîyê Amerîkayê re hatine kirin ji bo hinardekirina petrola Îraqê bi rêya Tengava Hormuzê, bi taybetî bi rêya wê kanalê ya ku nêzî Omanê ye, û operasyonên hinardekirinê hê jî berdewam in."
Wezîr Husên herwiha da zanîn ku windahîyên Îraqê yên ji ber şerê bi Îranê re û rawestana hinardekirina petrolê gihîştine 60 milyar dolarî.
Li gorî ajansa Reutersê, berpirsên sektora enerjîyê ya Îraqê ragihandin ku hinardekirina petrola Îraqê di meha cotmehê de piştî daketineke giran a meha borî geş bûn, ji ber ku gihiştibû nêzî 3.5 milyon bermîlî di rojekê de, li beramberî 2.65 milyon bermîlî di meha îlonê de.