Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Îraqê li Ser Dawîanîna Erka Hevpeymanîya Navneteweyî li Hev Kir

Iraq Prime Minister Ali Al-Zaidi meetsr Admiral Charles Brad Cooper the Commander of the United States Central Command (CENTCOM)
Iraq Prime Minister Ali Al-Zaidi meetsr Admiral Charles Brad Cooper the Commander of the United States Central Command (CENTCOM)

Fermandarê Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), Admiral Charles Brad Cooper îro Çarşemê ji alîyê Serokwezîrê Îraqê, Elî Zeydî ve li Bexdayê hate pêşwazîkirin û wan li ser dawîanîna erka leşkerî ya Hevpeymanîya Navneteweyî li Îraqê gotûbêj kir.

Zeydî piştrast kir ku 30'ê Îlonê dê roja dawî be ya hebûna van hêzan li Îraqê.
Wî got ku 1'ê meha 10'an dê destpêka qonaxeke nû be û Îraq dê bêyî hebûna leşkerî ya biyanî bimîne û serwerîya xwe li ser axa xwe temam bike.

Serokwezîrê Îraqê her wiha li ser girîngîya sînordarkirina çekan di destê dewletê de li gorî qanûnê tekez kir û got ku ev yek serwerîya dewletê, ewlehî û aramîya Îraqê xurtir dike.

Li gorî daxuyanîyê, herdu alîyan bi tevahî li ser bidawîanîna erka leşkerî ya hêzên Hevpeymanan li hev kir. Her wiha hat destnîşankirin ku têkilîyên Îraq û Amerîkayê dê ber bi hevkarîyê ve di warên aborî, pêşketin û ewlehîyê de biçin, li ser bingeha rêzgirtina serwerîya herdu welatan û berjewendîyên hevpar.

Hêjayî gotinê ye ku Elî Zeydî, berîya hevditina bi Admiral Brad Cooperî re, di civîneke civata Ewlehîya Neteweyî de, îro Çarşemê ragihand ku roja 30'ê Îlonê wekî demeke dawîn û bêveger hatiye diyarkirin ji bo bidawîbûna erka Hevpeymanîya Navneteweyî ya li Îraqê.

Tê zanîn Amerîka serokatîya Hevpeymanîya Navnetewî dike ku welatên wekî Fransa û Spanyayê jî tê de ne. Ev hevpeymanî di sala 2014an de ji bo têkoşîna li dijî rêxistina terorîst a Daişê hat avakirin, ya ku di wê demê de dest danîbû ser herêmên berfireh ên Îraq û Sûrîyê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG