Nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump bo Îraqê, Balyoz Tom Barrack, roja Duşemê Tekez Kir ku Danêstandinên rasterast di navbera Hikumeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistan de kilîla çareserkirina pirsgirêkên in, di serî de jî, doseyên hinardekirina petrolê, mûçe û dahatan.
Barrack li ser platforma X'ê nivîsand "Gotûbêjên rasterast a di navbera Bexda û Hewlêrê de rêya çareserkirina pirsgirêkên dijwar in: hinardekirina petrolê, mûçe û dahat. Serokwezîr Elî Zeydî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro ew serokatî nîşan dan. Amerîka li kêleka herdu alîyan radiweste di dema avakirina Îraqeke yekbûyî, pêşketî û xwedî serwerî de."
Daxuyanîya nûnewrê Amerîkayê tê piştî wan gotûbêjan ku Elî Zeydî bi Mesrûr Barzanî re îro Duşemê encam dabûn, û tê de li ser mijarên birêvebirina zevîyên petrolê, dahat, mûçeyên fermanberan, pişka herêmê ji budceya federal a sala 2027'an û herwiha yasaya neft û gazê hat tekezkirin.