Wezîrê Petrolê yê Îraqê, Basim Mihemed Xuzeyîr el-Ebadî, roja Sêşemê piştrast kir ku bi Chevron ya Amerîkî re li ser peymana Zeviya Neftê ya rojavayê2 ya Qurnayê gehiştine rêkeftinekê.
Li gorî gotinên wî, her du alî li hev kirin ku peyman di dawiya sala niha de were îmzekirin. Herwiha got ku danûstandin li ser projeya pêşxistina Zeviya Neftê ya Nasiriyê û li çar herêmên din vekolîn jî berdewam e.
Ebadî bal kişand ser wê yekê ku Hikûmeta Îraqê piştgirî û şertên guncaw ji bo Chevron û şirketên din ên Amerîkî yên li Îraqê dixebitin peyda dike. Wî got ku şirketên Amerîkî xwedî ezmûnên mezin in di pêşxistin û weberhênana zeviyên neftê de û dikarin teknolojiyê û piporîya xwe jî bikar bînin.
Wî di dawiyê de got ku niha Îraq ji bo weberhênanê derfeteke baş peyda dike, û hebûna gelek kompaniyên Amerîkî li welêt belgeya vê yekê ye.
Di heman demê de, Cîgirê Serokwezîrê Îraqê ji bo Karûbarên Enerjiyê, Muhsin Mendelawî, li Bexdayê bi şanda Chevronê re civî û daxwaz kir ku astengiyên peymanê bi lez werin rakirin û hevdîtineke hevbeş di navbera Wezîrê Petrolê û Chevronê de bê lidarxistin da ku peyman heta dawiya vê mehê were temamkirin.