Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî roja Çarşemê destpêkirina "rûpeleke nû ku navê wê serwerîya Îraqê ye" piştî vekişîna hêzên hevpeymanîyê ragihand.
Di ahenga fermî ya Nivîsgeha Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar de li Bexdayê bi boneya "Roja Serwerîyê" di 30’yê Îlona 2026’an de, Zeydî got ku bi dawîhatina erka hevpeymanîyê nayê wateya dawîhatina şerê li dijî terorê, belku veguhestina Îraqê ye ber bi qonaxeke ku berpirsiyarîya tam a ewlehî û aramîya xwe digire ser milê xwe.
Serokwezîrê Îraqê got: "Em spasîya hemû welatên dost ên ku beşdarî Hevpeymanîya Navdewletî bûne, û fermandar, efser, rahêner û şêwirmendên wan dikin ku li kêleka hêzên me yên ewlehîyê xebitîn."
Zêydî diyar kir ku hevkarîya ewlehîyê ya ligel Hevpeymanîya Navdewletî dê bandortir bibe û dê teknolojîya dîjîtal ji bo piştgirîkirina ewlehîyê bigire nav xwe.
Wî her wiha ragihand ku erka operasyonên hevbeş derbasî ser Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar bûye.
Serokwezîrê Îraqê li dawîya peyva xwe got ku "ti çek di derveyî sîwana qanûnê û sazîyên dewletê de tune ne."