Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Pêşmerge Tekezî li ser Bidawîhatina Alîkarîyên Hevpeymanan bo Pêşmerge Dike

Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Şoreş Îsmaîl, eşkere kir ku di Îlona îsal de rêkeftina hevpar a di navbera Hevpeymanîya Navnetewî û Pêşmerge de bidawî bibe.

Îro Sêşemê, di dema merasîma fermî ya yekgirtina herdu Fermandarîyên Herêmî (Yek û Dû) de, Wezîrê Pêşmerge tekezî li ser nêzîkbûna dema bidawîhatina vê rêkeftina hevpar kir. Bi vî rengî, ew alîkarî û piştgirîya darayî ya Amerîkayê ku bi qasî bi dehan mîlyon dolaran bû û ev zêdetirî deh salan bû ji bo Pêşmerge dihate dabînkirin, ber bi dawîyê ve diçe.

Di çarçoveya van alîkarîyan de, Hêzên Hevpeymanan bi serkêşîya Amerîkayê berdewam hewl dane ku yekîneyên 70 û 80 yên ser bi Yekîtîya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bibin yek.

Yadaştnameya Lihevkirinê ya di çarçoveya şerê dijî Daişê de, di sala 2016'an de di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Cengê ya Amerîkayê de hatibû îmzekirin û di meha 10'an a sala 2022'an de hatibû nûkirin. Li gor vê lihevkirinê, Wezareta Cengê ya Amerîkayê mehane 20 mîlyon dolar ligel çek, alavên serbazî û rahênanên leşkerî pêşkêşî hêzên hevpar ên Pêşmerge dikir. Ev yek bû sedema pêşveçûna pêvajoya yekgirtina hêzên 70 û 80 ber bi avakirina artêşeke yekgirtî ve.

Di demekê de ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber nakokîyên xwe yên darayî ligel hikûmeta Îraqê di dabînkirina mûçeyan de rûbirûyê pirsgirêkan bû, Herêmê alîkarîyên darayî yên Amerîkayê ji bo dabînkirina mûçeyên nêzîkî 54 hezar Pêşmergeyên ku rasterast di bin fermana Wezareta Pêşmerge de ne, bikar anîne.

Li gor lihevtêgihîştina hevbeş, salane 5 milyon dolar ji vê alîkarîyê kêm dibû û îsal jî di Îlonê de bi temamî bidawî dibe.

Berpirsên wezaretê çend caran behsa wê yekê kirine ku kêmkirina alîkarîyê dê bandoreke xirab li ser rewşa aborî û piştgirîya lojîstîk a Pêşmergeyan bike.

Berê Fermandarîya Leşkerî ya Kurdistanê hêzeke ser bi PDK'ê ve bû, Fermandarîya Giştî ya Hêzên Pêşmerge jî ser bi YNK'ê ve bû. Lê di sala 2009'an de û di bin navê yekxistina Pêşmergeyan de navên wan ji bo hêzên 70 û 80 hatin guhertin, paşê navên 70 û 80 jî ji bo herêma leşkerî ya yek û du hatin guhertin. Îro jî wezaretê belav kir ku qonaxa yekem a yekgirtina fermandarîya devera yek û du hatiye encamdan.

Hevpeymanan bi serkêşîya Amerîkayê çend caran nîgeranîya xwe li ser xavbûna prosesa yekgirtina Pêşmergeyan diyar kirine û berpirsên Herêmê jî gotine ku Amerîkayê gefa birîna alîkarîyan kiriye eger nakokîyên di nav Wezareta Pêşmerge de berdewam bin û gavên yekgirtinê neyên cîbicîkirin.

Tevî fişar û alîkarîyên hevpeymanan, lê heta niha hêzên Pêşmerge bi temamî yek negirtine.

Hêjayî gotinê ye ku Hevpeymaniya Navneteweyî ya Dijî Terorê ku niha piranîya çalakîyên wê li Herêma Kurdistanê ne, biryar e li 30'ê îlona 2026'an de dema karê wê li Îraqê bi fermî bidawî bibe.

This item is part of
XS
SM
MD
LG