Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

USIP: Danûstandin Ligel Wezîrê Plandananê Û Wezîra Koç Û Koçberan li Îraqê


 Wezîrê Îraqî Khalid Batal Nam û Evan Jabro-USIP
Wezîrê Îraqî Khalid Batal Nam û Evan Jabro-USIP

Roja Sêşemê Enstîtûya Amerîkî jibo Aştitiyê li Washington, panelek taybet bo wezîrê Plandananê yê Îraqê Khalid Batal Nam û Wezîra Koç û koçberan li Îraqê Evan Jabro, bi rêya Onlayn rexist, panel li ser nêrînek di şiyanên Îraqê de bo rêvebirin, çaksazî û hewildanên jinûve avakirinê û vejîna welat piştî şerên giran yên bi Deleta Îslamî DAIŞê re bû.

Îraq gehiştîye ser durêyanekê, ku xwe amade dike jib hilbijartinên sernaserî li meha Tişrîna Yekê-Oktobera îsal, di demekî de ku rewşa li Îraqê rastî astengiyên aborî, siyasî, ewlekarî û saxlemiya giştî tê.

Di heman demê de civaka Îraqê rastî bargiraniyek mezin tê ya ku şer û pevçûnên li gel rêxistina Dewleta îslamê DAIŞê li paş xwe hiştîn. Ji wan bargiraniyan hêjî 1.2 mîlyon Îraqê di nava welat de koçberin û herwiha 240,000 penaberên Sûrî di kampan de ne ku ev jî her hemû pêwîstiya wan bi mercên jiyaneke ji hejî mirovatiy heye.

Lê pirsa herî giran û asê ya wan kesane yên ku tevlî DAIŞê bûne û yan wan kesên ku weke alîgirên DAIŞê tên mêze kirin.

Piştî ku li mehên borî kampên koçber û penaberan hatine girtin, astengiya herî mezin ya li pêşiya hikûmeta Îraqê çawaniya integere kirina wan kesane yên ku hêjî îdolojiya DAIŞê di serê wan de heye û li kampan û di şeran de rastî êşên dernûî bûne û rewşa wan ya piskolojî têkçûye.

Di panelê de du wezîrên Îraqê beşdar bûn, wezîrê Plandanana Îraqê Khalid Batal Najm û herwiha wezîra Koç û koçberan xanim Evan Faeq Jabro bûn.

Weke hercar, serokê USIP berêz Michael Yaffe peyva vekirina panelê pêşkeş kir û bixêrhatina mêhvanan kir û got ku jibo Enstîtuya Amerîka ya Jibo Aştiyê serblindîye ku 2 wezîrên Îraqê mêhvan kirine ku jibo serdanek fermî hatine Washington û serdana USIP kirine.

Michael Yaff serokê USIP
Michael Yaff serokê USIP

Michael Yaffe herwiha got, jiber ku 50% ya gelê Îraqê jiber şer û aloziyên bi DAIŞê re koçber bûbûn û ji mal û warên xwe dûr ketine û niha jî 1.2 mîlyon aware hene pêwîstiya wan bi vegerînek bi ewle heye, ev jî astengek mezine li pêşiya hikûmeta Îraqê, lê USIP gelek alîkarî di vî warî de pêşkeşî Îraqê kirine, herwiha niha jî hewlidan hene bi berpirs û rêxistinên Îraqî re kar dikin ku koçberên li Hewîce, Tallaaafer û Tikirî vegerînin herwiha li parêzgeha Nînewa-Mûsil, li Enbar Û Besra, jibo vegerandina koçberan kar dikin, weke Michael Yaffe dibêje.

Sarhang Hemesaeed panel rêvebir û her du wezîrên Îraqî Khalid Batal Najm û Evan Faeq Jabro pêşkeş kirin.

Sarhang Hamesaeed USIP
Sarhang Hamesaeed USIP

Pêşî Wezîrê Plandanana Îraqê axiftina xwe pêşkeş kir û got ku 4 xalên sereke û weke dosyayên giring in li pêşiya hikûmeta Îraqê ji wana dosya vegerandina koçber û penaberan, dosya hilbijartinên niştîmanî ku dê Oktoberê pêk bên, dosya kirîza aborî û dosya têkiliyên derve.

Najm got, mixabin ku Îraq piştî guherînên sala 2003an giha vî astî û rewşek weha lê peydabû û di rewşên pirr zehemt de derbazbû ku alozî û pevçûn gihabûn ser sinorê derketina şerekî navxweyî.

Wezîr got ku şerên li dij DAIŞê bo welat bi tevayî malwêraniyek bû ji hemû aliyan de, gelek kesan jiyana xwe ji dest de, gencên Îraqî di wî şerî de hatin kuştin, koçberî û penaberî pêkhat,

Wezîrê Îraqî Khalid Batal Nam û Evan Jabro
Wezîrê Îraqî Khalid Batal Nam û Evan Jabro

Khalid Batal Najm got, hikûmet rijde li ser encamdana hilbijartinan ku yek ji mercên xwepêşandanên gencan bûn li seranserî welat. Wî got ku dema hilbijartina hatiye destnîşan kirin û alîkariya logistîkî ya Komîta Serbixwe ya Hilbijartinan li Îraqê tê kirin û hikûmet destê alîkariya bo komîtê dirêj dike bê ku destê xwe bixe nava karên wan yên girêdayî hilbijartinan.

Khalid Batal Najm dîsan got di warê aborî de ew rastî qeyranekê hatine jiber şerê li dij DAIŞê û pandemiya vîrusa korona û kêmbûna bihayê petrolê, ev bûn sedem ku Îraq rastî pisgirêkên aborî bihê.

Wî got ku, barê giran yê hikûmetên dema borî bû hikûmeta niha maye û da zanîn ku nêzî 6000 proje jiber aloziyên ewlekarî û aborî rawesta bûn, lê hikûmeta Kazimî şiya bi rêka qerzan gelek ji wan pirojeyan temam bike, weke mînak temam kirina 30 nexweşxanan ku ji koma 52 projeyên nexweşxanên nîvco mabûn.

Wezîr Khalid Batal Najm bal kişand ser zehmetiya herî mezin ya li hemberî Îraqê ku vegerandina malbat û zarokên DAIŞê yên li kampa Holê dimînin e. Wî got ew pirsgirêkek civakî piskolojî ye, anîna wan û întegere kirina wan di nava civaka Îraqê de zehmetiyên xwe hene lê bi alîkariya rêzxistinên navnetewî hewil didin çareser bikin.

Wezîra Koç Û Koçberan ya Îraqê Evan Jabro
Wezîra Koç Û Koçberan ya Îraqê Evan Jabro

Wezîra Koçber Û Penaberan li Îraqê xanim Evan Faeq Jabro dest bi axiftina xwe kir û got ku di demên borî de wezareta wan karek zêde giran kirîye, jiber wê hejmara zêde ya penaberan û koçberan li Îraqê û li Herêma Kurdistanê. Wê got wan serdena her hemî kampan kirîye û lêkolînên taybet û statistîk encamdan, ji encaman derketiye ku piraniya koçberan dixwazin vegerin ser mal û warên xwe dema ku şertên gûncayî yên vegerê weke ewlekarî û xizmetên jiyaneke asayî hebin.

Wezîrê da zanîn ku ew rastî gelek astengiyan hatine bo vegerandina kober û awareyan jiber pirsgirêkên eşayîrî li Îraqê, lê li dawiyê wezaret û hikûmet karîn hin serok eşîran qayil bikin ku koçber vegerin ser cih û warên xwe.

Wezîra Îraqî Evan Faeq Jabro dîsan got, bi rêya hevkariya ligel rêxistinên navnetewî ew şiyane piraniya koçberan vegerînin, niha tenê du kamp mane yek li Mûsil û ya din jî li Felujeya parêzgeha Enbar maye û Îraqiyên di kampa Holê de li Sûriyê.

Wê got ku jibo çareseriya vegerandina koçber û penaberên heta nihe ne vegerîne xebatên cidî tên kirin.

li ser rolê jinan di hikûmeta Îraqê û û jiyana aborî de wezîrê got, jiber jin di kampa de nikarbû tiştekî bidest bixe, jiber wê yekê ew bê berhem mabû. Lê piştî ku wezaretê bi hevkariya ligel rêxistinên navnetewî şiyan gelek projeyan jibo jinan pêk bînin, û di siyasetê de jî jina Îraqî çalake.

Herwiha Wezîrê Plandananê jî got ku di hikûmeta niha ya Îraqê de 4 ji wezîran jinin û sedan rêveberên giştî û wekîl wezîr hene û di hikûmeta Îraqê de û di dayîre û saziyên giştî de 48% berpirs û karmend jin in.

XS
SM
MD
LG