Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqînên Îraqê de Kuştî û Birîndar Hene


Fotoyeke arşîvê ji Îraqê

Karbidestên Îraqî dibêjin, di peqîna bembeyan de 7 kes li wî welatî hatine kuştin ku 4 ji wan çekdarên Şîa ne ku ser banga hikûmetê hatibûn ku şerî DAÎŞ bikin.

Karbidestên ewlehîyê dibêjin, bombeyeke ser rê konvoyeke çekdarên alîgirên hikûmetê kir armanc. Di wê peqînê de 4 çekdar li devera Îskenderîye hatine kuştin, 7 çekdarên din jî birîndar bûn.

Hêzên Îraqî û çekdarên Şîa bi hevre şer dikin ku şerî DAÎŞ bikin ku di demên dawî de gelek dever xistibû bin kontrola xwe.

Di peqîna din de bombeyek li nêzîkî bazareke taxa Ubeydî ya paytaxt Bexda peqî ku piranî Şîa lê dijîn. Di wê peqînê de 3 kes hatine kuştin, 12 kesên din jî birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG