Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq: Li Mûsil Tenê 12 Kîlometrên Çargoşe di Dest DAIŞ'ê de Man E


Leşkerên Îraqê li bajarê Mûsil
Leşkerên Îraqê li bajarê Mûsil

Peyvdarê operasiyonên leşkerê Îraqê yên li dij çekdarên DAIŞ'ê emîd Yehya Resûl îro ragihand ku, li bajarê Mûsil tenê 12 kîlometrên çargoşe mane, weke din hemû ji çekdarên DAIŞ'ê hatiye paqij kirin, Yehya ev yek di prêskonferansekê de, da eşkere kirin, dîsan got, bi tenê 11% ji bajarê Mûsil di dest DAIŞ'ê de maye, ziyanên mezin gihane çekdarên Dewleta Îslamê DAIŞ'ê.

John Dorian peyvdarê hevpeymaniya navnetewî ya şerê li dij DAIŞ'ê got" çekdarên rêxistinê hatine dorpêçkirin, têkçûna wan li bajarê Mûsil bi temamî nêzîk bûye".

Emîd Yehya Resûl li bajarê Bexda bi beşdarîya gotebêjê hevpeymaniya navnetewî û gotebêjê wezareta Pêşmerge di prêskonferansekê de got aliyê çepê (Rojhilat) ê Mûsil bi temamî û 89.5% ji aliyê rastê (Rojava)ê bajar ji çekdarên DAIŞ'ê hatine paqijkirin.

XS
SM
MD
LG