Parlamenterekê ser bi bloka oldarê Şîe Muqteda El Sedir daxwaza hilweşandina parlamentoya Îraqê û encamdana hilbijartinên nû dike, di demekê de ku qeyrana siyasî ya Îraqê aloztir dibe.
Beha El-Aracî, serokê bloka Sedirî li parlamentoya Îraqê roja Duşembî got ku Îraqê pêdivî bi hilbijartinên nû heye ji ber netenahiya welatî.
Endamên bloka Sedirî piştgîriya hikûmeta Serokwezîr Nûrî El-Malikî dikin.
Qeyrana siyasî li Îraqê aloztir bû piştî hikûmetê fermana girtina Cîgirê Serokê Îraqî Tariq El Haşimî da, ku Sunnî ye.