Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Dibêje, Hêzên bi Pêşengîya Amerîka Erka Xwe ya Şer Bi Dawî Tînin


Dîmeneke Hêzên Amerîki yên li Îraqê (Arşîv)
Dîmeneke Hêzên Amerîki yên li Îraqê (Arşîv)

Şêwirmendê ewlekarîya niştimanî yê Îraqê Qasim el-Erecî îro Pêncşemê dîyar kir ku hêzên bi pêşengîya Amerîka erka xwe ya şer ya li Îraqê bi dawî kirine.

Ev gav tevahîya hêzên ku li Îraqê mane vediguhezîne rola perwerde û şêwirmendîyê.

Qasim el-Erecî ser Twitterê got ku erka şer wek jixwe hatibû plan kirin, berîya dawîya sala nû bi dawî bûye û ewê hêzên şer vekişin.

Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî di Tîrmehê de peymaneke îmza kiribûn ku heya dawîya 2021'an bi awayekî fermî erka şer ya Amerîka ya li Îraqê, bi dawî bibe.

Karbidestên ewlekarî û dîplomatîk yên rojavayî dibêjin ku binavkirina veguhertinê ya wek vekişînê ne rast e jiber ku ev gav hejmara hêzên Îraqê pir hindik diguherîne.

Amerîka ji 2020'an vir ve derdora 2500 leşkerên xwe li Îraqê hiştiye. Karbidestên rojavayî dibêjin ku piranîya wan hêzan ev demek e tenê bo perwerde û şêwirmendîyê, kar dikin.

Erka leşkerî ya bi pêşengîya Amerîka giraniyê dide ser bermahiyên Dewleta Îslamî (DAIŞ).

Wê di 2014'an de, bo têkbirina koma tundrew DAIŞ'ê ku heremên berfireh li Îraq û Sûrîyê kontrol dikirin, weke beşek ji hewleke navneteweyî, dest bi erka xwe kiribû.

XS
SM
MD
LG