Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîs, Leşker û Hêzên Ewlekarî li Îraqê Îro Dengê Xwe Dan


Dengdana zûdem ya hilbijartinên Îraqê îro Pêncşemê destpê kir. Dengderan ji demjimêr 7'ê sibê heta 6'ê êvarê dikarin dengê xwe bidin.

Cîgirê serokê komîsyona bilind ya hibijartinan ya Îraqê, Rizgar Hema Emîn ragihand ku mafê 943,000 endamên artêşê û hêzên ewlekarî heye ku di hilbijartinên zûdem de dengê xwe bidin.

Karbidestên Îraqî dibêjin sedema dengdana zûdem ev e ku ya polîs, leşker û hêzên din yên ewlekarî roja dengdanê rewşa ewlehîyê biparêzin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Îraq, piştî ku Dewleta Îslamî (DAIŞ) serketina xwe li wî welatî ragihandibû, cara yekî diçe hilbijartinan.

XS
SM
MD
LG