Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parleman Heta Pênçemê Dem Dide Ebadî ku Guherîn di Kabîneyê de Bike


Parlemana Îraqê heta roja Pêncşemê muhlet da Serokweîzêr Heyder Abadî ku kabîneyeke nû ya teknokratan pêk bîne, di vê demê de ku rêberê Şîa Muqtada el-Sadr jî protestoyên xwe yên dijî hikûmetê berfirehtir dike.

Sadr do şev tev li hezaran piştevanên xwe yên xwepêşander bû ku 10 roj in li ber Devera Kesk ya paytaxt Bexda ma xwepêşandana rûniştinê dikin.

Daxuyanîya seroktîya parlemana Îraqê got, ew heta roja Pêncşemê li benda guherînên di nav kabîneya welêt de bin.

"Parleman nûnera rêwa ya gel e û wê ragihand ku heta roja Pêncşemê muhlet dide serokwezîr ku guhertinên pêdivî di hikûmetê de bike," daxuyanîyê îro Duşemê got.

Jêderên parlemanê ji AFP re gotiye ku 170 ji 245 endamên parlemanê dengê erê da biryarê.

XS
SM
MD
LG