Lînkên eksesibilîtî

Artêşa Îraqê: Hewîce bi Temamî Hat Rizgar Kirin


Artêşa Îraqê îro Pêncşemê ragihand ku Hewîce, ku yek ji navendên dawî yên di destê Dewleta Îslamî (DAIŞ) de bû, ji rêxistina tundrê sitand.

Artêşe da zanîn ku 196 çekdarên hatine kuştin û 98 gundên li herêma Hewîce ketine bin kontrola wan.

Hewîce, ku bi hezaran sîvîl têde asê mabûn, ji 2014’an vir ve di destê DAIŞ’ê de bû.

Bi vî awayî, li Îraqê tenê herêmeke li rojavayê wî welatî di destê DAIŞ’ê de ma.

Hêzên Îraqî do Çarşemê Bingeha Esmanî ya Reşad ya li başûrê Hewîce, ku DAIŞ’ê wek kampa perwerdahîyê bi kar dianî, ji DAIŞ’ê sitandibû.

Artêşa Îraqê, di meha Tîrmehê de jî, piştî cenga 9 meh Mûsil bi temamî ji destê DAIŞ’ê derxistibû.

XS
SM
MD
LG