Lînkên eksesibilîtî

Artêşa Îraqê Du Gorên Girseyî li Nêzî Mûsilê Dîtin


Vekolerên leşkerî yên Îraqî îro Înê ragihand ku wan du gorên girseyî li nêzîk zindaneke DAIŞ’ê li Mûsilê dîtine, ku termên 500 qurbanî di nav de hatine veşartin.

Daxuyanîya tîma vekolînê ya artêşa Îraqê ragihand ku yek ji gorên girseyî li Zindana Beduş hate dîtin û termên 470 girtîyan lê hene ku ji alîyê DAIŞ’ê ve hatine kuştin.

Di gora duyê de jî meytên 30 qurbanîyên din hatine dîtin.

Karbidestekî Îraqî, ku nexwest navê wî eşkere be, ji ajansa AP re ragihand ku bi bawerîya wan girtîyên kuştî Şîa yan endamên kêmanîyên din in.

Heman karbidest dîyar kir ku ew bona dîtina gorên din yên girseyî, karê xwe didomînin.

XS
SM
MD
LG