Artêşa Îraqê îro Yekşemê dîyar kir ku du mûşek ketine nava Herema Kesk (Green Zone) ya li paytext Bexdayê û bûye sedema zararên madî.
Hevdem, artêşê got ku di encama êrîşê de ti zararên canî çênebûye.
Li Hereme Kesk balyozxaneya Amerîka û balyozxaneyên din, û sazîyên hikûmeta Îraqê hene û ji hêla ewlekarîyê heremeke gelek parastîye.
Hate ragihandin ku mûşekekî ji alîyê sîstema parastinê ya C-RAM ya balyozxana Amerîkayê ve hatiye têk birin.
Her wiha, arteşê da zanîn ku mûşeka din li nêzî peykereke niştimanî ketiye û
du otombîlên sivîl zarar ditîne.
Hêzên ewlehiyê yên Îraqê di derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpê kirin.
Ev Herema Kesk gelek caran dibe armanca êrîşên mûşekî û dronî yên ku karbidestên Amerîkî komên milîsên Îraqî yên bi piştgirîya Îranê tawanbar dikin.