Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abdulmehdî: Îraq û NY Ser Darizandina Çekdarên DAIŞ'ê Danûstandinan Dikin


Serokwezîrê Îraqê Adil Abdulmehdî dîyar kir ku bi karbidestên NY’ê re ser darizandina çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) yên bîyan danûstandinan dikin.

Abdulmehdî di preskonferansekê de da zanîn ku Bexda ser darizandina çekdarên DAIŞ’ê lêkolînan dike û dê agahiyên xwe bide NY’ê.

‘’Me derbarê çekdarên DAIŞ’ê yên li Sûrîyê di destê Kurdan de ne û li Îraqê ti şer nekrine hîn ti pêşnîyaza cidî nestand’’ Abdulmehdî got.

Tê zanîn ku di destê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de, ku Amerîka piştgirîya wê dike, ji nêzî 50 dewletan bi hezaran çekdarên DAIŞ’ê hene.

XS
SM
MD
LG