Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Derfirotina Neftê ya Îraqê Kêmtir Bûye


qada petrolê ya el-Zubair li nêzî Basra
qada petrolê ya el-Zubair li nêzî Basra

Wezareta Neftê ya Îraqê îro Duşemê ragihand ku derfirotina neftê kêmtir bûye û hewaya xirab bûye sedema wê yekê.

Îraq ku endama Rêxistina Welatên Derfiroşker yên Petrolê (OPEC) ye û welatê duyê ya hilberîna petrolê ye, di meha Şubatê de 3.62 mîlyon bpd nefta xaw firotiye derve.

Wezaretê da zanîn ku derfirotina ji Basra ji 3.54 mîlyon bpd ketiye asta 3.254 mîlyon bpd û hewayê xirab li Kendavê bû astenga barkirin û veguhastina neftê.

Daxuyanîya wezaretê dîyar kir ku derfirotina neftê ji qadên petrolê yên li Kerkûkê, ku bi rêka xeta borî digiheje bendava Ceyhanê ya Tirkîyê, bilind bûye û ji 63,000 pbd giheştiye 99,000 bpd.

Wezaretê bi berdewamî got ku bi derfirotina neftê $6.68 mîlyar dolar dahatî hatiye afirandin.

XS
SM
MD
LG