Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamana Îraqê ya Nûhilbijartî Rûniştina Yekê li Dar Xist


Parlamana Îraqê ya nûhilbijartî
Parlamana Îraqê ya nûhilbijartî

Parlamana Îraqê ya nûhilbijartî rûniştina xwe ya yekê, wek du blokên serekî îro Duşemê li dar xist.

Rûniştina yekê ya parlamanê, ku piştî hilbijartinên meha Gulanê pêk tê, bi duayan û bi xwendina sîruda netewî destpê kir.

Nûnerên her yek ji wan hevalbendîyan îdia dikin ku piranîya kursîyan di destê wan de ye, loma mafê wan a ku hikûmeta nû damêzrînin.

Serokwezîrê demkî Heyder Abadî got ku divê ew girîngî bidin projeyên jinûve avakirinê, xizmetkarî û peydakirina karên nû.

“Niha dema reformên aborî û berfirehkirina serketinên di warê ewlehîyê de ne,” Abadî got.

Abadî ku di sala 2014an de hatibû ser desthilatê, li hember Dewleta Îslamî serketineke girîng bi dest xistibû û helwesteke tund li hember referanduma Kurdan nîşan dabû.

Li gor qanûna bingehîn ya Îraqê, parlaman divê serokek û serokmarekî nû hilbijêre û dû re serokomarê nû divê bo pêkanîna hikûmetê parlamanterekî destnîşan bike.

XS
SM
MD
LG