Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq: Di Protestoyan de 319 Kes Hatin Kuştin


Di protestoyên dijî hikûmeta Îraqê de heta niha 319 kes hatin kuştin.

Protesto di 1’ê Cotmehê de jiber bêkarbûn, perexwarin û kêmbûna xizmetên hikûmetê destpê kiribûn.

Komîsyona Mafên Mirovan ya Parlamana Îraqê bi daxuyanîyeke nivîskî da zanîn ku hejmara birîndaran jî 15,000 e.

International Amnesty (Lêxweşbûna Navneteweyî) bang li karbidestên Îraqê kiribû ku tundîya dijî xwepêşandaneran rawestînin.

Jêderên herêmî û aktîvîst didin zanîn ku karbidestên ewlekarîyê bi guleyan êrîşan dibin ser xwepêşandaneran.

XS
SM
MD
LG