Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Êrîşan Şermezar Dike Û Tirkiye Dibêje Emê Berdewam Bikîn


Roja Pênşemê malpera fermî ya Wezareta Derve ya Îraqê daxuyaniyek rojnamegerî derbarê êrîşên Tirkiyê bo ser hin herêman li bakurê Îraqê weşand û daxuyanî dibêje "Îraq bi temamî red dike û bi tundî zordariya Tirkiyê ya bombaran kirina herêma Sîdekan, ya li Herêma Kurdistana Îraqê şermezar dike,êrîşa ku bi firokên bê firokevan bo sedema şehîdbûna 2 efseran û serbazekî ji arteşa Îraqê ya qehreman".

Beşek din yê daxuyaniyê dibêje "Îraq vê weke binpêkirina serweriya axa xwe dibîne û karekî dojminkarî ye û li dij hemû yasa û peymanên di nava welatan de tên rêxistin; herwiha li dij raman cîrantiyek başe ku pêwîste bibe sedem bi karek dualî yê ewlekariyek hevbeş pêk bê da ku bikeve di xizmeta herdu welatan da".

Logoyê Wezareta Derve ya Îraqê
Logoyê Wezareta Derve ya Îraqê

Herwiha daxuyanî dide zanîn ku Îraqê jiber êrîşa Tirkiyê ya neheq, serdana plankirî ya Wezîrê Berevaniya Tirkiyê halusî Akar bo Îraqê ya roja Pêncşemê belat kir û gilînamek tund daye balyozê Tirkiyê li Bexda.

Doh Çarşemê derbarê heman pirsgirêkê û êrîşa Tirkiyê ya ku bûye sedema kuştina 2 efser û leşkrekê Îraqê li herêma Sîdekan civînek awarte ya Civata Ewlekariya Niştîmanî ya Îraqê bi serokatiya Serokwezîr Mustefa Al Kazimî pêkhatbû.

Di civînê da êrîşa Tirkiyê hat gotûbêj kirin û şermezar kirin û bang li Tirkiyê kir ku êrîşên xwe yên dojminkarane li ser axa Îraqê rawestîne.

Dîsan wezareta Derve ya Îraqê di hesaba xwe ya fermî ya twîterê da weşandiye ku, Wezîrê Derve, Dr. Fûad Husên ji sedema êrîşên Tirkiyê û zêdegaviyên wê çendîn peywendî bi hevpîşeyên xwe yên welatên Arabî re danîye jiber kuştina 2 efser û leşkerekê Îraqê yên ku jibo karê ewlekariyê li ser sînor bûn.

Herwiha wezareta derve ya Îraqê daxuyanî ya ku bi deng jî hebû, şûn de di twîteke taybet ya hesaba fermî ya wezareta xwe da weşand.

Ji aliyek din ajansa Reuters ragihand ku îro Pêncşemê, Tirkiyê weke reaksyon li hember nerazîbûn û şermezar kirina Îraqê ya êrîşan got, ewê êrîşên xwe yên derveyî sînor li dij şervanên Kurd berdewam bikin, eger ku Îraq berdewam bibe, li ser çavgirtin li hember şervanan kurd, û bang li Îraqê dike ku derbarê şervanên Kurd bikevin di nava hevkariyê da.

Enqerê meha Hezîranê dest bi operasyonek berfirek bo ser bingehên şervanên Kurd li bakurê Îraqê kirbû, ku Tirkiye Îdia dike ew şervan ji nav axa Îraqê êrîşî dibin ser axa Tirkiyê.

XS
SM
MD
LG