Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Divê Hikûmeta Îraqê Jîyana Hemwelatîyan Bizivirîne Asta Normal


Nûnerê Neteweyên Yekbûyî bo Îraqê, Jan Kubis hişyarî dide ku piştî rizgarkirina Mûsilê, rêyeke dijwar li ber wan heye û bal dikşîne ku azadkirina herêmên din yên bin kontrola DAIŞ’ê wê hêsan nebe.

Kubis îro Duşemê ji Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî re got ku cîhanîna serwerîya qanûnê li herêmên rizgakirî û pêşvebirina wan herêman gelek girîng e.

"Divê hikûmet hemî tiştên pêkan bike ku jîyana hemwelatîyên careke din bide wan û bingeh ava bike ku ew bi rûmeta xwe, di nav ewlehî de bijîn.”

Kubis herwiha xema xwe dîyar kir ku li nav Îraqîyan nêrîna bi girseyî cezakirina alîgirên DAIŞ’ê xurt dibe.

"Li seranser Îraqê, kesên ku bawerî hene peywendîya wan bi DAIŞ’ê heye, ji xanîyên xwe têne derxistin, mal û mulkên wan ji wan tên standin û ew dibin armanca kiryarên din yên tolhildanî,” Kubis got.

XS
SM
MD
LG