Karbidestên Amerîkî, zindana dawî ya Amerîkî li Îraqê radestî hikûmeta Îraqî kir.
Di rêûşresmekê de roja Pêncşembî karbidestên Leşkerê Amerîkî kontrola Camp Cropper, nizîkî firokexana nêvneteweyî ya Bexda, radestî karbidestên Îraqê kir.
Nizîkî 1,500 kes li zindana Camp Cropper hatîne desteser kirin. Dîktatorê berê yê Îraqê Sedam Hûsên û jimareka karbidestên rijîma wî di wê zindanê de hatinbûn girtin.
Roja Çarşembî, Tariq Ezîz û pitir ji 20 karbidestên berê yên Îraqê radestî deselatdarên Îraqî hatin kirin, belê 200 girtiyên din her li jêr kontrola Amerîkayê dimînin.