Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Duhokê Asta Tûşbûna Koronayê Bilind Dibe


Li parêzgeha Duhokê di van çend rojên derbasbûyî da, mezintirîn rêja tûşbûyên koronayê li ser astê Herêma Kurdistanê tên tomarkirin.

Rêveberîya giştî ya saxlemîya Duhokê bangî tev welatiyan diket ku pêgirîyê bi rênmayên tenduristîyê biken, çûnke ev e pêla siyê ye ya koronayê û bi lez tê veguhastin.

Wergirtina vaksînê yek ji rêkên herî sereke ye ji bo xweparêzîya ji vîrusa koronayê. Amarên nû yên li saxlemîya Duhokê tên tomarkirin didan dîyarkirin ku rewşa hin nexweşan di metrîsîyê da ye û nexweşxaneyên taybet yên koronayê li parêzgeha Duhokê di van çend rojên dawî da, pir in ji nexweşan.

Li ser vê mijarê ji rêveberîya giştî ya saxlemîya Duhokê Hemze.M.Alî li ser rêja tûşbûyan û kesên vaksîn wergirtin li Duhokê dibêje,”rojane 500 halet li Duhokê tên tomarkirin û ev e rêjek zor e eger berawird bikin di gel berî mehekê. Ew kesên tûşî koronayê dibin pêtir ji 30% rêje bilindbûye.”

Ali dibêje,”ew kesên li nexweşxanêjî tên nivandin rêja 30% zêbebûne û niha 19 halet mehene li bin amîrên henasan destkirdin.

Di dawî ragehandina saxlemîya Duhokê da, di 24 demjimêrên borî da 551 kes bi koronayê hatine tomarkirin û nexweşekî canê xwe ji dest daye.

Cihê amajêye li parêzgeha Duhokê ta îro 70341 kes tûşî COVID-19 bûne û 1081 nexweşan canê xwe ji dest dane, li gor amarên rêveberîya giştî ya saxlemîya Duhokê.

Raporta Deng/Selam Balayî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:15 0:00


XS
SM
MD
LG