Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xazî Feysel: Daişê Li Ser Riya Mexmûr 3 Kes Birîndar Kirin û 5 Kes Revandin


Li herêma Kurdistan Îraqê, grûpeka çekdarên Daişê li gundê Kendar yê ser riya qezaya Mexmûr sê kes birîndar kirin û pênc kesên din revandin bi riya danîna rêbendekê, li gor fermandeyê xwebexş yê Peşmerge Xazî Feysel.

Feysel di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka got ku çekdarên Daişê heftane kiryarên terorîstî encam didin û xelkê direvînin.

Wî ji peyamnêrê Dengê Amerîka li Hewlêrê Ehmed Zêbarî re got:

“Pênc kes ji xelkê Mexmûr, ku du Ereb û sê Kurd in, li çiyayê Qereçox niha di nav destê çekdarên Daişê de ne .”

Ew dibêje ku çekdarên Daişê “piştî sala 2017an, dema hêzên Pêşmerge vekişyan, serbazên Îraqê hatin wir û boşahiyeke ewlekariyê di navbera wan de li çiyayê Qereçox bû, çekdarên Daişê hin bingeh ji xwe re durist kirin.”

Feysel da zanîn ku xelkê deverê gelekî bi xem in û Daişê ziyanên mezin gihandine wan deveran.

Ji bo guhdarîkirina li dirêjiya hevpeyvînê fayla deng veke

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:39 0:00


XS
SM
MD
LG