Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berhemhênana Petrolê li du Bîrên Herêma Kurdistanê Hatiye Rawestandin

Du bîrên petrolê li Herêma Kurdistana Îraqê, ji ber êrîşa bi dronan li parêzgeha Duhokê hatine rawestandin.

Kompanîya Amerîkî HKN Energy piştî ku bi dronê hat armancfgirtin, derxistina petrolê ji bîra Serseng bi tevahî rawestand.

Kompanîya Şamaran jî dibêje ku derîyê bîra petrolê ya Etrûşê jî hatiye girtin.

Bîrên petrolê yên Serseng û Etrûş li parêzgeha Duhokê ne û her yek rojane nêzîkî 30,000 bermîl petrol berhem tîne.

Heta niha kesî berpirsîyarîya êrîşa bi dronan a roja Pêncşemê negirtîye ser xwe, lê Herêma Kurdistanê di rojên dawî de ji alîyê Îran û hevbendên wê yên li Îraqê ve gelek caran hatiye armancgirtin.

Berpirs lêpirsînê dikin da ku ziyanê binirxînin. Lê Şamaran ku kompanîyeke Kanadayî ye û xwedîya ji sedî 18e parên Sersengê ye, di daxuyanîyekê de got ku di êrîşê de ti qurbanî çênebûne.

Kompanîyê got, "Karê li bîrê heta ku cih were parastin û nirxandinek tevahî were kirin hatiye rawestandin. Berhemhênan li bîra Etrûş jî wekî pîvaneke parastinê hatiye rawestandin."

Ev pêşketin di demekê de tê ku Tengava Hormuzê ji roja Şemiyê ve ji ber alozîyên li herêmê girtî ye.

Di destpêka vê hefteyê de, berpirsên petrolê yên Îraqê got ku wan berhemhênan rojane ya petrolê bi qasî 1.5 milyon bermîl di rojê de kêm kiriye. Wan her wiha got ku kêmkirina berhemhênanê dikare di rojên pêş de bigihêje sê milyon bermîlan di rojê de, ji ber ku şiyana enbara navxweyî ya Îraqê qediya ye.

XS
SM
MD
LG