Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ji Ber Êrîşên Tirkîyê Gundê Çelkê yê Kiristîyanan ji Xelkê Vala Dibe


Gundê Çelkê nêzîk gundê Kêsteye li Berwarî Bala di van 2 rojanda bûrdûman pir dijwar bo lewran gundê Çelkê hat berdan.

Jîn û jîyara xelkê vê deverê li ser çandinîyê û xwedîkirina mer û malat û mêşên hingivîn e. Li gund hatin berdan û valakirin ji mirovan ew keda wan ya hinde salan bû qurbanî şerê PKK û Tirkîya li Berwarî Bala.

Xelkê van gundan dibêjin ne hikûmeta Îraqê ne jî ya herêma Kurdistanê çi bo wan nekirine.

Zagros Berwarî ku ji xelkê gundê Kêste ye, dibêje Tirkîya meremên mezintir li Başûrê Kurdistanê hene .

Şirovekarê siyasî Cemal Çelkî operasyona Tirkîya li deverên avedan bi dagirkirin didet xweyakirn.

Hunermend Hesen Şerîf ku ji xelkê gundê Kêste ye sitiranek bi Zinara Kêste gotîye.

Bi berdewamîya bordûmana Tirkîya bo devera Berwarî Bala metrsî heye hêşta gund bêne berdan eger ev operasyone li ser deverê berdewam bin.

Raporta Deng/Selam Balayî
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:15 0:00


XS
SM
MD
LG