Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Herêma Kurdistan Îraqê Hilbijartinên Parlemanî Birêve Dibe


Îro Yekşemê welatiyên Herêma Kurdiastana Îraqê berê xwe didin sandiqên dengdanê ji bo parlemaneka nû ya Herêmê piştî salekê ji dengdana li dor serxwebûna ji Îraqê ku bû cihê nakokiyên kûr di navbera serkirdeyên Kurd de.

Di van hilbijartinan de bêhtirî 700 kandîd hewil didin 111 kursiyên parlemanê wergirin. 3.5 milyon kes mafê dengdanê heye.

Kursiyên parlemanê dabeşkirî ne di navbera pêkhateyên Herêma Kurdistanê de. Pêkhateyên ayînî û netewî 11 kursiyan werdigrin: 5 ji bo mesîhiyan, 5 ji bo Turkmenan û 1 ji bo Ermeniyan.

Sandiqên dengdanê demjimêr 6 êvarê tên girtin, lê ne diyare wê kengî encam bêne ragihandin.

Hilbijartinên parlemanî yên berê di sala 2013 de bûn, lê di sala 2015an de, bi sedema girjiyên siyasî û şerê dijî Daişê, kombûnên parlemanê hatin rawestandin û hîştin ev hilbijartin jî bêne paşxistin ku biryar bû meha 11 a sala borî bibana.

Pêşbîne herdû partiyên desthilatdar li Herêmê, Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtî Niştimanî Kurdistan, para şêr di van hilbijartinan de wergirin.

XS
SM
MD
LG