Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest Û Helwest: Biryarên Giring Û Lezgîn yên Al Kazimî


Mustafa Al Kazimî Serokhikûmetê nû yê Îraqê
Mustafa Al Kazimî Serokhikûmetê nû yê Îraqê

Roja Çarşema borî, Mustefa Al Kazimî weke serokhikûmetê nû yê Îraqê tevî kabîna wî sonda yasayî di parlemenê da xwarin.

Piştî du-sê rojan Mustefa Al Kazimî dest bikar kir, biryarên lezgîn û giring dan, yên ku astengiyên mezin li hember pêşketina rewşa aborî, ewlehî û siyasî ya Îraqê tên dîtin.

Li ser astê navxweyî û derve, biryarên Al Kazimî giring hatin nirxandin, herweha kesên ji rêzê di mediya civakî da pesna Al Kazimî didin û di bêjin ku ew biryarên wî di çend rojan de û bi wêrekî dane, serokhikûmetên Îraqê di çendîn salan da nikarîbûn wan biryaran bidin, yan jî nexwastîye biryarên weha bidin ku aliyên siyasî yên beşdar di hikûmmetê da ji wan hêris bibin.

Biryarên ku Al Kazimî di warê ewlekarî, siyasî û yasayî da dane, dixwaze wan her zû bicî bîne, lê çavdêr didin zanîn ku dibe, Al Kazimî rastî astengiyan bihê û rêgirî hebe jibo tiştê ku hez dike encam bide, bi taybet di warê sinor kirina çekdarên Heşda Şaabî, pirsên girêdayî fesad û gendeliya heyî û herweha têkiliyên navnetewî da, weke ragirtina belansê li Îraqê di navbera Amerîka û Îranê da.

Parêzer û Şirovekar Têlî Amîn
Parêzer û Şirovekar Têlî Amîn


Bo danûstandina li ser biryarên bilez yên Mustefa Al Kazimî, rojnamevan û serokê berî yê Saziya Îstîxabarata Îraqê, û serokê nû yê hikûmeta Îraqê, bernama Hest û Helwest mêvandariya şirovekarê siyasî û parêzer, Têlî Emîn û Alî Oremarî çavdêrê siyasî kir.

Pêşî Têlî Emîn da zanîn ku, Mustefa Al Kazimî bi lez û wêrekî her roja yekê ya destpêkirina karî weke serokhikûmetê Îraqê biryar dan û her kes wan biryaran giring û pozetîv dibîne.

Alî Oremarî, Çavdêrê Siyasî
Alî Oremarî, Çavdêrê Siyasî


Herwiha Alî Oremarî got, birayrên derbarê bisinor kirina milîtanên Şîa dê ya bi zehmet bîtin bo Al Kazimî, jiber ku piştevaniya wî ne piştîne û piştevaniyek bi hêze, çi partiyên siyasî yên xwedî desthilat terefdarên Al Kazimî nînin, jiber wê yek dibe ku, rastî astengiyan bihê.

Hest Û Helwest 12 05 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:53 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG