Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqî Gazên Rondikrêj Davêje Piştî Kuştina 42 Kesan di Xwepêşandanan de


Hêzên ewlekariya Îraqê îro Şemiyê gazên rondikrêj li dijî xwepêşanderan bikar anîn da ku wan bi şûn ve vegerînin.

Xwepêşanderan hewil da dîwarên ku desthilatdaran li ser pirekê navenda Bexdayê danîne, rakin.

Doh tundûtijî di navbera polîs û xwepêşandaran de derket pêş û di encamê de 42 kesan jiyana xwe ji dest da.

Wezareta navxweyî û artêşa Îraqê îro daxuyanî derxistin û got hin xwepêşanderan rêveçûn wek derfetekê bikar anîn û êrîşî avahiyên hikûmetê û nivîsîngehên partiyên siyasî kir.

Wezaretê got hin endamên wê hatin kuştin di dema pêvçûnên polîs û xwepêşanderan de.

Artêşê huşdarî da ku ew dê, li gor yaseyê, pîvanên pêwîst bikar bîne ji danûstandina bi kesên wêranker re, li gor binavkirina artêşê.

Polîs her wiha dîwar danîn da ku rê li xwepêşanderan bigrin û negihin meydana sereke.

Hin jin bo cara yekem di xwepêşandadan de diyar bûn û av li xwepêşanderan belav kir.

XS
SM
MD
LG