Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraqiye, Danûstandina bi Dewleta Qanûnê re Hilweşand,


Serokê lîsta Îraqiye Ayad Allawî (çep) û serokê lîsta Dewleta Qanûnê Nûrî El Malikî.
Serokê lîsta Îraqiye Ayad Allawî (çep) û serokê lîsta Dewleta Qanûnê Nûrî El Malikî.

Herdu listên serekî yên siyasî li Îraqê danûstandinên ji bo pêkînana hikûmeteka nû ragirtin, pênc mehan piştî hilbijartin parlemanî li wî welatî.

Peyvdara hevalbendiya Îraqiye Meysûn El Damelucî dibêje lista Îraqiye danûstandin ragirtin. El Damelucî dibêje hevalbendiya Dewleta Qanûnê ya zorîne Şî’e wek listeka Sunnî berê xwe dide hevalbendiya Îraqiye li şûna listeka Şî’e-Sunnî.

Hevdem, grûpeka rêkxistiyên bizavkar dawayeka qanûnî li dijî serokê demkî yê parlemanê Îraqî Fuad Mesûm tomar kir.

Mesûm hate xetabar kirin bi şikanda qanûna bingehîn ya Îraqê dema li yekem kombûna parlemanî, li roja 14ê meha şeş, roja kombûna parlemanî diyar nekir heta aliyên siyasî yên Îraqê digehine rêkeftinekê.



Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG