Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Endamên Pasdarên Îranê li Sine û Mehabadê Hatin Kuştin

Çavkanîyên xwecihî dibêjin ku du endamên Pasdarên Şoreşê yên Îranê di du pevçûnên cuda de li herêmên Sine û Mehabadê yên Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin.

Li gor rêxistina Hangawê ya mafên mirov, endamekî Pasdaran bi navê Salar Rangamez Şemîyê li navçeya Sineyê hatiye kuştin.

Li gor çavkanîyan, endamekî din ê Pasdaran bi navê Omer Dehqan di pevçûneke cuda de navbera Pasdaran û çekdarên nenas de li devera Gageşê ya Mehabadê hatiye kuştin.

Koma Xorî Hîwa (Roka Hêvîyê) li ser hesabê xwe yê Instagram berpirsyarîya herdu kuştinan girt ser xwe.

Di daxuyanîyê de, rêxistinê Salar Rangamez û Omer Dehqan bi lîstina roleke rasterast di "girtin û îşkencekirina ciwanan" û tepeserkirina xwepêşandanên ku wekî 'Şoreşa Jin Jiyana Azadî' tên zanîn, tawanbar kir.

Di 5'ê Tebaxê de jî rêxistina Xorî Hîwa ragihand ku li herêma Rebatê di navbera hêzên wê û hêzên Pasdaran de pevçûnek çêbûbû.

Xorî Hîwa di Hezîrana borî de yekem êrîşa xwe li Rojhilatê Kurdistanê li dijî Pasdarên Îranê pêk anî.

This item is part of
XS
SM
MD
LG