Polîsê Îrlandaya Bakur ragihand ku kesek bi gumana hewildana kuştinê hat girtin, piştî êrîşeke bi kêran ku şeva borî li bakurê bajarê Belfast qewimî.
Li gor Reutersê, polîsan ragihand ku gumanbar bi eslê xwe Sûdanî ye û ne Somalî ye, wekî ku di destpêkê de hatibû bawerkirin.
Bûyer li herêma Kinnaird piştî demjimêr 10:30'ê şevê qewimî û ji alîyê polîsan ve wekî “bûyereke krîtîk” hate binavkirin.
Vîdyoyek ku li ser medyaya civakî hate belavkirin, nîşan dide ku kesek gelek caran bi kêrê li serê mirovekî din dixe. Di vîdyoyê de dengê kesekî tê bihîstin ku “Ew hewl dide serê wî jê bike.” Li gor agahîyan, polîsan kêra ku di êrîşê de hate bikaranîn li cihê bûyerê dîtine.
Qurbanî, ku 40 salî ye, niha li nexweşxaneyê ye û rewşa wî ya tenduristî giran e. Di dema kêrkirinê de birînên mezin li rû, stû û pişta wî peyda bûne.
Ryan Henderson, cîgirê serokê polîsan, got ku vekolîn berdewam e û polîs dixebitin ku hemû şert û mercên bûyerê ronî bikin.
Di heman demê de, Serokwezîrê Brîtanyayê, Keir Starmer, êrîş wekî “bûyereke tirsnak û nefretbar” binav kir.
Her weha, pênc partîyên sereke yên siyasî di Mecilsa Îrlandaya Bakur "Stormont" de, daxuyanîyek hevbeş belav kir û got ku ew “bi yekdengî vê bûyera hovane şermezar dikin.”