Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mehmet Gurses: Hikûmeta Florida Xwe Bo Bahoza Irma Baş Amade Kir


Ji ber tirsa Bahoza Irma, ku nuha wîlayeta Florida daye ber xwe. Hikûmeta Florida û ya Federal gelek dever valakirin û zanîngeh, dîbistan, xwaringeh û deverên giştî tev hatine girtin, da ku ziyan negihêje welatiyan.

Dengê Amerîka Hevpeyvînek bi Dr. Mehmet Gurses, mamosta li Florida Atlantic University re kir, di derbarî bahoza Irma de û rewşa xelkên Miami û bandora bahozê li ser jiyana wan.

Dr. Gurses dibêje: "Ev bahozek pir bihêz e, lê hikûmeta Florida berî heftiyekê xwe jê re amada kirye.

Wekî din jî Dr. Gurses anî ziman, ku xwecîhî, sazî, kîlse û her deverên xêrxwaziyê, dergehên xwe li pêş koçberan vekirine, û her kesek xwe daye ber alîkariyê.

Hevpeyvîna Mehmet Gurses-9-9-2017-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:52 0:00

XS
SM
MD
LG