Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bahoza Îrma di Asta 5’an ya Metirsîyê de Didome


Her çiqas bahoz di beravên Komara Domînîk re derbas dibe jî, li gor Navenda Bahozê ya Neteweyî, ba û baranên Îrma bo gelên welatê giravî metirsîyeke mezin çêdike. Li ber e ku li Bahama û giravên Turks û Caiocos jî heman xeterî çêbe.

Bahoza ku di demjimêrekê de 285 kîlometre diçe li Barbuda 1 û li St. Martînê, ku di navbera Fransa û Hollanda de hatiye parve kirin, jî 8 kes kuştin.

Wezîrê Navxweyî yê Fransa Gerard Collmb dîyar kir ku ewê hejmara kuştîyên li St, Martin zêdetir bibe.

Karbidestên alîyê Hollanda ya St. Martin dîyar kir ku ew hîn hejmara zelal ya kuştîyan nizanin, lê li firîngeh û benderan zararên mezin çêbûne.

Jiber bahoza ku do bi şev li Porto Rîko ket, bi qasî mîlyonek kes bê elektrîk man. Karbidestên sazîyên ceyranê dîyar dikin ku ewê çêkirina ceyranê bi qasî 6 mehan bidome.

Serok Trump bo Porto Rîko rewşa awarte ragihand û Ajansa Rêvebirina Rewşa Awarte ya Federal (FEMA) bo alîkarîya herêmê ferman da.

Li gor Serok Gaston Brown, li Girava Barbuda hemî avahîyan zarar dîtine.

Dibe ku hefteya pêş Bahoza Jose jî were Girava Barbuda. Li ber e ku Jose, ku niha bi qasî Îrma ne xurt e, di rêka Îrma re here.

Karbidest didin zanîn ku wê Bahoza Îrma roja Şemîyê bigehije Florîda. Texmînên meteorolojik nîşan didin ku bahoz dê li Miami û beravên wê yên li rojhilat jî kevin.

Şênîyê başûrê Florîda ji niha ve ji wir derdikevin û li pêş supermarketan û îstasyonên benzînên rêzên dirêj çêbûne.

Walîyê Florîda Rick Scott, bang li gel kir ku dijî bahozê amadekarîyên xwe bikin û bi banga valakirina mecburî ya hikûmetê pêbend bin.

XS
SM
MD
LG