Lînkên eksesibilîtî

Bahoza tropîkal Irma îro Duşemê jimareke bajarên li bakurê Florida bi baranên boş di bin avê de hiştin, elektrîka bi hezaran kesan qut kirin û banîyên gelek xanîyan firandin.

Irma ku hefteya borî wek barove hatibû dîyar kirin, zarareke mezin li herêmên berfireh li Florida dabû û li Florida Keys û dû re Naples gelek xanî hilweşandibûn,

Navenda Baroveya Netewî (NHC) ragihand ku Irma aniha bi bayên bi hêza 110 km di demjimêrekê de 56 km ji rojavayê bajarê Gainesville ber bi Berava Kendavê

Hikûmeta Kuba jî îro ragihand ku di encama Bahoza Irma de 10 kes hatine kuştin û hejmara giştî ya qurbanîyên baroveya hêzdar li herêma Karayîban bû 38 kes.

Li bajarê Jacksonville ya bakurê rojhilata Florida û bajarên din yên cîran jî rûbirûyê lehî dibin û rûniştvan hatine hişyar kirin ku herin cîhên bilind.

Malpera bajarvanîya Jacksonville bal kişand ku lehî û avrabûn dê berdewam bin û pirtir baran de bibarin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG